Rêveberiya bi ser PYD ve li Kobanê, herdu telefizyonên Rûdaw û Orient qedexe dike

Rêveberiya bi ser PYD ve li Kobanê, herdu telefizyonên Rûdaw û Orient qedexe dike

4:57:04 PM

RojavaNews:Rêveberiya ragihandinê ya bi ser rêveberiya PYD ve li Kobanê, herdu telefizyonên Rûdaw û Orient qedexekirin.

Di civînekê di bi rojnamevan û nûçegihanên ku li Kobanê kardikin de,  Ranya Mihemed, biryara qedexekirina herdu telefizyonênRûdaw û Orient hat standin.

Bi hinceta ku herdu telefizyon nûçeyên nerast û metirsîdar belav dikin û wêneya jiyanê li Rojavayê kurdistanê xirab dide nîşankirin, biryara qedexekirina wan hat standin, herwiha Mihemed got bila rêveberê Rûdaw û Orient li xwevegerin

Li hember wê yekê jî nêzîkî 10 dezgehên ragiandinê , ku piraniya wan nêzîkî YNK û Tevgera Goran in, ruxsetakar li Kobanê standin.

Berya niha Rêveberiya PYD li Cizîrê jî biryara qedexe kirina herdu telefizyonên Rûdaw û Orient standibû, tevî ku ji 2 salan ve Rûdaw li Efrînê jî qedexe ye.