Rojava News: Serokê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro di çarçoveya serdanên xwe de bo hin welatên Ewropayê de 25 Sibatê li salona Pallas semînarek ji bo revenda kurd pêşkêşkir ku gelek kes têde amade bûn.
Di semînerê de li ser pirsa perçebûna Sûriyê got; “Ji destpêkê de me daxwaza Federaliyê dikir, projeyama ya destpêkê bû û niha hemû dinya liser wê projeyê kar dikin, ev jî ji bo me başe.”
Herweha got; Du proje hene, yek jê projeya neteweyî, em weke ENKSê xwe beşek ji xeta neteweyî dibînin, projeya Xweseriya Demokratîk em ligel wê nînin.
