5:50:45 PM
RojavaNews: Artêşa Tirkiyê berdewam li ser sînorê di navbera Bakurê û Rojavayê Surdistanê de xendekan ji bo avakirina dîwaran, dikole.
Herwiha Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bajarê Serê Kaniyê re bi dirêjahiya 18 km dîwaran ava dike, ku ji bajarê Serê Kaniyê heya gundê Balûqe dirêj dike.
Herwiha artêşa tirkiyê dewriyên xwe li sînor zêdetir kirine û tendbîrên tund jî standine, ku niha Artêşa Tirkiyê berdewam li ser sînorê Herêma Cizîrê û Bajarê Efrînê dîwaran ava dike.
Berya niha bi çend rojan jî, artêşa Tirkiyê li gundê Qermîtliq yê navçeya Şiyê yê Efrînê bi sedan darên zeytûnan hilkiribûn û dîwar li ser sînor ava kiribûn
