5:57:23 PM
RojavaNews:Ji ber berdewambûna şerûpevçûnan di navbera çekdarên ypg û çekdarên girûpên îslamî de li gundewarê ezazê, berdewam koçber berên xwe didin bajarê efrînê.
Heya niha bêtirî 40 hezar koçber derbasî efrînê bûne, ku piraniya wan jî li gund û navçeyên efrînê bicî bûne, û hineke din jî li kampa rûbar bicî bûne.
Herwiha ji ber pirbûna hejmara koçberan, gelek ji wan bê cih mane, ku li derve û di otombêlên xwe bimînin, hewiha xizmetguzariya ku ji wan re tê pêşkêşkirin, gelekî xirab e
