Li Sûriyê piştî agirbestê yekser DAIŞê êrişî Girê Spî kir!

Li Sûriyê piştî agirbestê yekser DAIŞê êrişî Girê Spî kir!

Rojava News: Demek kurt piştî ragihandina agirbestê li Sûriyê, çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Çavkaniyên nêzîkî YPGê jî dibêjin, çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê derbas nav bajêr bûne!

Derengiya şeva borî û li gorî rêkeftina navbera Amerîka û Rûsyayê û pesendkirina Encumena Asayişa Navdewletî, li Sûriyê agirbest hat ragihandin.

Lê demek kurt piştî ragihandina agirbestê, çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kirin, ji ber wê jî di navbera wan û şervanên YPGê de şer derket.

Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê xwastin bikevin nexweşxaneya Girê Spî lê şervanên YPGê rê nedan wan.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê dibêjin, çekdarên DAIŞê ji Tirkiyê derbasî nav bajarê Girê Spî bûne.

Tê zanîn, rayedarên Tirkiyê ji wê yekê aciz bûne ku çima YPGê ne li derveyî agirbestê ye.

YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk gotibûn, dê agirbestê pesend bikin. Rayedarên Tirkiyê jî ragihandibûn, agirbest ji bo Sûriyê ye ne ji bo Tirkiyê!

Li gorî agirbesta Sûriyê, ku dê du hefteyan bidome, êrişên li dijî DAIŞ û El Nusra nayên sekinandin.