11:39:13 AM
Rojava News: Duh roja înê 26\2\2016ê li kampa Dareşekranê xuleya topê ya dibin silogana ( Erê jibo daketina Pêşmerge ) 12 yariyên topê ji 6 kampên penaberên kurd li herêma Kurdistanê lev civandin .
Xuleya Erê jibo daketina pêşmerge dest pêkir bi amadebûna 12 yariyên topê ji 6 kampan û yariya kurdên penaber li Hewlêrê li ser gastînka kampa Dareşekranê ,û bi amade bûna xelkekî ber fireh ji nişteciyên kampê bi rêve çû.
di destpêkêde rawestaneke bêdeng li ser canê şehîdên azadiyê û di serê wande sembola kurdayetiyê Barzaniyê nemir , û piştre gotina komîteya amadekar hate xwendin ji aliyê rêxistina PDK_Sêve li dareşkranê , endamê komîta xwecihî Rifat Hacî xwend, ku di pêşîde hat:" em vê xulê bi gotina sembola kurdayetiyê nemir Barzanî destpêdikin ku gotiye xort û xwendevan serê rimêne di her şoreşekêde.
Herweha Hacî tekeskir li der rola xortan û pêwistiya çalakiyên wan bi mebesta piştgiriyê ji nameya buhamendre ya ku pêşmergeyên dilêr pêşkêşdikin di ber azadiya milletê kurd de û qurbaniyên ku didin ji parastina kurdistanêre got:
"Demeke xewş jiwere dixazin û listikeke şaristanî û xuleke serkeftî bi hêviya rojeke ku me lev kombike li ser gastinkên Kurdistana Sûryake azad û parastî bi zendên Pêşmergeyên dilêr .
Xuleyê destpêkir bi listikê ser dora ku komîta dadweriyê bijartibû li ser pişk kirinê , di seqayeke biratî û hevaltîde di navbera lîstikvanande .
Her weha yarî berdewambûn ta demeke dereng ji şevê ku di navbera herdû yariyên dawîde ma , yariya Domîz û yariya Basirma , ku encam bi serkeftina Domîz hat bi 3golan beramber golekî Ferzend ji Basirmere . "
