4:01:44 PM
RojavaNews: Şerûpevçûnên di navbera çekdarên YPG û girûpên Îslamî yên opozisyonê de, li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku piraniya nişteciyên wê kurd in, berdewam dibin.
Ji ber topbarankirina taxa navbûrî ji aliyê girûpên Îslamî ve, 4 kesên sivîl birîndar bûn û ziyan giha malên sivîlan.
Derketina şerûpevçûnên li Şêx Meqsûd, piştî wê yekê tê ku çekdarên Îslamî îdîa kirin ku çekdarên YPG zanyariyan derbarê cihê çekdarên opozisyonê li gundewarê bakurê Helebê dide balafirên rûsî ku wan bombebaran bike, ji ber vê jî ev çend meh in ku şerûpevçûn li taxa navbûrî berdewam in.
