Ketîbeyên Îslamî berdewam in bi topbarana gundewarên Efrînê

Ketîbeyên Îslamî berdewam in bi topbarana gundewarên Efrînê

Rojava News: Topbarankirina gundewarên başûrê Efrîno bo roja duyem ji aliyê ketîbeyên Îslamî ve berdewam dike, tevî ku ji berî du roja agirbest li Sûriyê destpê kirbû.

Li gorî hin jêderên xwecihî, Cebehet Elnusra (baskê Elqaîdê li Sûriyê) û Ehrar Elşam gundê Başmira û gundê mazin yên bi ser navçeya Şêrawa a bi ser Efrînê ve topbaran kir, û di encam de ziyanên mezin giha malên welatiyên sivîl.

Herweha duh jî Cebehet Elnusra gundê Dêr Belotê li başûrî rojavayê Efrînê da ber topan lê ti ziyanên canî çê nebûne.

Ev topbaranê di demekê de ye ku şerûpevçûn di navbera Çekdarên YPG û Çekdarên Îslamî li Îzazê berdewam dike.

12:48:28 PM