Rojava News: PDKSê ragihand, ku girtina xortan li hemû navçe û deverên Efrînê ji aliyê hêzên Asayişê ve berdewam e û di wan rojên dawiyê de gellek kes hatine girtin û bo leşkeriya neçar hatine şandin.
Leşkeriya neçar li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e û li gelaek bajarok û gund û navenda bajêr hejmarek ji xortan bo derbasbûna erka leşkeriya neçar hatin girtin.
Di vê derbarê de Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDKS) li Efrînê daxuyaniyek belav kir.
PDKSa Efrînê di daxuyaniya xwe de dibêje, li bajarokên Bahûste, Cindirêsê, Şêx Hedîd, Raco, Meebetilê, Bilbil, Şerran, Çiyayê Lêlûn û navenda bajêr, bi hinceta leşkeriya neçar bi dehan xort hatin girtin û ew birin navendên perwerdeya leşkeriyê.
Herwiha Ofîsa Ragihandina PDKS li Efrînê daxwaz ji Asayişa Efrînê kir ku girtiyên siyasî ji zindanên xwe berde.
10:45:39
