Konsulê Siûdiyê: Pêşmerge pêşeng in di eniyan de li dijî terorê de

Konsulê Siûdiyê: Pêşmerge pêşeng in di eniyan de li dijî terorê de

Rojava News: Nêçîrvan Barzanî  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  pêşwaziya Dr. Ebidulmunim Ebidulrehman Mehmûd balyozê giştiyê yê Erebistana Suidiya li Hewlêrê û şanda pêre kir.

di hevdîtinê de, balyozê Suidiya sipasya pêşwaziya germ ya Hikûmet û aliyên têkildarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karê balyozxaneya welatî wî li Hewlêrê kir û hêvî xwest ku bibe pirek navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî ji bo perepêdan û bi hêzkirina têkliyên navbera herdu aliyan.

Derbarê rolê Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê jî xuyakir Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê dijî terorê de pêşeng in û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Pêşmerge cihê şanaziya Kurdistanê û hevpeymanya navdewletiya şerê dijî DAIŞê ye.

Balyozê Suidiya derbarê rewşa koçber û penberan li Herêma Kurdistanê

Xuya kir welatî wî di çarçoveya pirogirama xêrxwaziyê dixwaze alîkariya koçberên Îraqê li Herêma Kurdistanê bide û bo vê yekê jî di gel aliyên têkildarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya dest bi karbûna yekem balyozê Suidiya li Hewlêrê kir û hêviya serketinê jê re xwest.

Her wiha kêfxweşiya xwe jî derheq pirogirama karê balyozlxaneya Suidiya li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her du aliyan di dawiya vê hevdîtinê nirxandina têkliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û  her wiha Herêma Kurdistanê û Îraqê bi gştî tevî şanşîna Suidiya kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya bi hêzkirina têkliyan kirin.