Rojava News: Hêzên Dewleta Tirkiyê tevî agirbestê bi çekên giran, êrîşî bajarê Girê Spî û gundên rojavayê wê dikin.
Li gor nuçeyên daketine ser malperên Sûrî; Artêşa Tirkî îro sibehî zû demjimêr li derdora 5:00 û 6:00’ê de, hêzên xwe li ser sînorê Girê Spî kom kirin û bi çekên giran êrîşî bajar û gundên rojavayê wê yên weke gundê El-Munbetih, kirin.
Hat zanîn dewleta Tirk hîn jî hêzên xwe yên leşkerî tevî tank û panzêran li sînorê Girê Spî kom dike.
