li Hindistanê wê peykerê Barzanî were danîn

li Hindistanê wê peykerê Barzanî were danîn

Rojava News: Îro 1 Adarê wê peykerê Şoreger û Kesyetiya Rêzgarîxwazê Kurdistanê Nemir Mela Mistefa Barzanî wê li mozexaneyekê li welatê Hidistanê were danîn.

Birêverê merasîma danîna peykerê Nemir Mistefa Barzanî Hekar Findî ji Hindistanê ji BasNews re ragehand: Wê Îro 1 Adarê piştî nîvro li Mombay li hotêla Ovro merasîma rakirina perdê ji ser peykerê Barzanî birêve biçe.

Hekar Fendî ew jî eşkere kir peykerê Barzanî ji aliyê xwendevanekî Kurd binavê Celal Ehmed ku li Hindistanê dixwîne hatiye saz kirin û sibe wê ew peyker li mozexana Wakis li Mombay were danîn, ev peyker  wek simbolek Kurdî ji mûmê hatiye durst kirin, têde Mistefa Barzanî li ser piyan westiyaye û cilên Kurdî li bere.

Findî got: “Li vê mozexana ku wê peykerê Barzanî lê were danîn, herwiha peykerê Rêberê Serxwebûna Hindistanê Xandî, peykerê Nêlson Mandêla û çendîn kesayetiyên din lê hene. 

Navborî ragehand ku, wê di vê merasîmê de Wezîrê Navxwe yê Hindistanê û Parlementarên Brîtanya û çend berpirsên pilebilind ên Hindistanê û Revendî Kurdî jî beşdar bibin.