El Nusra gundên Şêrewa topbaran dikin

El Nusra gundên Şêrewa topbaran dikin

Rojava News: Çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam hovîtiya xwe li dijî gundên Efrînê berdewam dikin.

Çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ku li gundê Qubtan Cebel û keleha Semanê de bi cih bûne, hovîtiya xwe li dijî gundên navçeya şêrewa ya Efrînê berdewam dikin. Çekdaran bi çekên giran, hawan û tîpên gazê (topên dojehê) êrîşî gundên Başemrê û Basûfanê yên navçeyê kirin.

Di encama topbaranê de gelek ziyanên madî bi welatiyên sivîl bûn.

10:24:25