DAIŞê êrîşî gundewarê rojavayê Kobanî kir

DAIŞê êrîşî gundewarê rojavayê Kobanî kir

Rojava News: Terorîstên DAIŞî duh bişev êrîşî gundewarê Rojavayê Kobanî kirin.

Li gorî agahiyan, çend terorîstên DAIŞê Çemê Firat derbas kirin û niha li gundê Elnasiriyê bicih bûne, herweha her yek ji gundên Xirbet Eto û Şêx Foqanî dan ber topan.

Ta niha ti agahî li ser hejmara qurbaniyan nehatine bideat xistin.

10:53:26 AM