Minbic: Zarokek li ser sînorê Tirkiyê mir

Minbic: Zarokek li ser sînorê Tirkiyê mir

Rojava News: Zarokek  ji bajarokê Minbicê yê bi ser Parêzgeha Helebê, dema ku dixwest li gel bavê xwe sînorê Tirkiyê derbas bike bombeyekî çandî teqiya, di encama de canê xwe ji dest da, herwiha bavê wî jî bigiranî birîndar bû.

Çalakvanên sivîl li bajarê Minbicê ragihandin ku, Duh, danê sibehê  zarokê Kurd yê bi navê Umer Mosa ku temenê wî 10 salin dema ku dixwest ji bajarokê Minbicê li gel bavê biçin Bakurê Kurdistanê bombeyeke çandî tê de teqiya, di encam de canê xwe ji dest da û bavê wî zarokî jî bigiranî birîndar bû.

 

Li gor zanyariyên çalakvanan welatiyên bajarokê Minbicê bavê wî zarokî gihandine nexweşxaneya bajêr, lê ji ber bombeyên çandî nekarîn termê wî zarokî veguhezin ciheke din.Dan zanîn ku ew zarok û bavê xwe ji ber nebûna ewlehiyê û kiryarên DAIŞê reviya bûn.