Hêzên Hevpeyman 21 hezar Pêşmerge û leşkeran wê perwerde bikin

Hêzên Hevpeyman 21 hezar Pêşmerge û leşkeran wê perwerde bikin

Rojava News: Welatên endam di hêzên Hevpeymana navnetewî de, li dijî rêxistina tund a DAIŞê zêdetirî 21 hezar Pêşmerge û leşkerên Iraqê wê perwerde bikin.

Di daxuyeniyekê ji balyozxaneya Amerîkayê ya Iraqê de ku wêneyek jî ketiye dest BasNewsê tê gotin; şêwirmendên leşkerî yên heft welatan (Elmanya, Brîtanya, Fînland, Holland, Îtalya, Hengarya û Norweç) wê perwerde bidin hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Herwaha di daxuyaniyê de: 14 welat jî li leşkerîxaneyên Iraqê de hêzên Iraqî wê perwerde bikin.

Heta niha 18 hezar û 589 Pêşmerge û leşkerên Iraqê hatine perwerde kirin û naha dû hezar 959 Pêşmerge û leşker jî di perwerdê de ne.

Di destpêka êrîşên DAIŞê ya li ser HerêmaKurdistanê di sala 2014ê de, hejmarek welatên hevpeymaniya navnetewî ji bo perwerdekirin û pirçekkirin û cebilxane, alîkarî ji hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re kirin.

11:30:05 AM