6:00:57 PM
RojavaNews: Çekdarên Îslamî yên opozisyonê, îro Roja Çarşemê, berdewam Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku piraniya nişteciyên wê kurd in, didin ber topan.
Di encama wê topbarankirinê de, 16 kesên sivîl birîndarkirin û ji bo nexweşxaneyê hatin veguheztin û ziyanek mezin giha avahiyan.
Tê zanîn ji çend mehan ve taxa navbûrî rastî topên girûpên Îslamî tê, ku di encamê de bi dehan şehîd ketine û birîndar bûne
