6:53:46 PM
RojavaNews: Endamê Desteya Siyasî di Hevpaymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê Fuad Elîko ji RojavaNews re ragihand, di derbarê hewlên Rûsiya ji bo avakirina dewleteke fedral li Sûriyê " Sîstema federal sîstemek ji sîstemên welatên pêşketî, ne parçebûneke weke ku hinek ji Opozisyonê jê ditirsin ".
Herwiha Elîko diyar kir, ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ev piroje, bi aliyên navdewletî re gotûbêj kiribû, lê piştî Sûrî giha vê qonaxe hestiyar ,Rûsiya giha wê baweriyê ku divê sîstema Fedral li Sûriyê were bi kar anîn.
Li ser daxuyaniyên Riyad Neasan Axa Elîko got : Riyad Neasan Axa ne endam e di Opozisyonê de ew kesayetiyekî serbixwe ye û berdevkê Desteya Bilind a gotûbêjan e , ev deste di kongera Riyadê de hatiya avakirin.
Hewiha Elîko got tê zanîn ku heman kongerê biryara fedralîzmê li xwe ne girtiye , lê ew yek jî helwesta kongreya Riyadê ye û ne yê Hevpeymaniya Niştîmanî ye.
Afiya Hacî
