Rojava New: Di topbarana çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam a li dijî taxa Şêxmeqsûd de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan zarokin.
Çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran û fûzayên bi destan hatin çêkirin ji Çerxerêya Cendûl, Kolana Kastîlo û Şikêf êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin.
Li gor hin zanyariyan gelek top li bazara sebze û hin deverên sivîl ên taxê ketin, di encamê de 2 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 25 kes jî piraniya wan zarok birîndar bûn.
Tax ji ber topbarana di nava domanê de maye.
10:23:14
