Hesekê.. Rêjîm muçeyên fermanberên xwe qut kir

Hesekê.. Rêjîm muçeyên fermanberên xwe qut kir

Rojava News: Li çend birêvebirên bi ser rêjîma Esed ve li herdû bajarên Hesekê û Qamişlo, mûçeyên hejmarek ji fermanberan hatin birîn.

Çavkaniyek taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Rojava News re ragihand: “ rêjîma Esed muçeyên fermanberên birêvebiriya Tirênê yên ku bi zorê rahênana leşkerî ya girêdayî rêjîma Esed ve, li Terteb bidawî anîne û tevlî milisiye bergiriya niştimanî nebûne, qut kir".

Çavkaniya taybet berdewam dike û dibêje: “Herweha rêveberiya perwerdehiya rêjîmê li parêzgeha Hesekê mûçeyên fermanberên xwe yên ku navê wan hatiye bo tevlî leşkeriyê bibin çî ya neçarî çî jî ya yedek be, dane seknandin .”

12:05:59 PM