Artêşa Tirkiyê Ên Dîwarê gulebaran dike

Artêşa Tirkiyê Ên Dîwarê gulebaran dike

Rojava News: Ev çend rojin artêşa Tirkiyê guleyan berdidê malên sivîlan li Ên Dîwara Dêrikê .

Li gorî welatiyên deverê, ev sê rojin artêşa Tirkiyê her çend demjimêran guleyan berdide malên wan û zirar jî gihandiniye wan.

Herweha dibêjin:" ji ber wan fişekan em nikarin derkevin dervî malên xwe, û zarokên me jî nikarin derkevin û tirseke mezin di dilê me de ye".

Di Sibata borî de Tirkiyê dest bi avakirina dîwarekî di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de li nêzîkî Ên Dîwarê kirbû û ta niha nerdewam e bi wê yekê.