Brahîm Biro: Fedralîzima cografî-siyasî ji Sûriyê re çareser e

Brahîm Biro: Fedralîzima cografî-siyasî ji Sûriyê re çareser e

5:22:45 PM

RojavaNews: Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd, Brahîm Biro, di derbarê daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de li sîstema pêşeroja Sûriyê, daxuyanî da.

Biro di daxuyaniya xwe de got ku helwesta Serokatiya Herêmê, gaveke din e ji bo piştevaniya helwestên ENKS di derbarê pêşeroja Sûriyê de û çareseriya pirsa kurd li Sûriyê.

Herwiha Biro tekez kir li pêş wan kirîzên ku Sûriyê rastî wê tê, herwiha ji ber destêwerdanên ji derve di da karûûbarê Sûriyê de û kirîza pirsa taîfiyetê, Fedralîzma li ser bingeha cografî-siyasî li Sûriyê çareya herî baş e.

Biro spasiya helwesta serokatiya herêmê kir û got di gelek qunaxan de Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe daye Kurdistana Sûriyê, ji ber vê jî em spasiya Serokê Herêma Kutdistanê, Mesûd Barzanî, dikin bi taybetî di wan hewlên wî de ji bo piştevaniya pirojeya netewî ya kurdistanî ya fireh