Pêşverû: Ji bo yekrêziyê em bi banga Serokatiya Herêmê pabend in

Pêşverû: Ji bo yekrêziyê em bi banga Serokatiya Herêmê pabend in

5:26:18 PM

RojavaNews: Piştî ku Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê pêşeroja Sûriyê de daxuyaniyek da, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê pabendbûna xwe bi banga Serokatiya Herêmê nîşan da.

Pêşverû di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ji bo yekrêziya tevgera kurd li Sûriyê di derbarê daxwaza Fedralîzmê, ew amade ne . 

Polîtbîruya Pêşverû got ji bo bidestxistina mafên gelê kurd li Sûriyê û yekrêziya di derbarê Fedralîzmê li Sûriyê, ew amade ne ji bo wê yekê bixebitin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê duh roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de bang li Partiyên kurd kiribû ku li ser pirsa fedralîzmê li Sûriyê yekdeng bin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo pirsa fedralîzmê tev bixebitin