RojavaNews: çekdarên PYD berdewam in bi girtine endam û serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê.
Li gorî jêderên taybet, çekdarên PYD yên li der rêbenda gundê Telîlonê dimînin, endamê Komîta saxî yê PDK-S Hisên Mehmê girtin û ew berve cihekî ne diyar ve birin.
Heman jêderan tekez kirin ku dema ku malbata Hisên ji wan pirsî sedema girtina navbûrî , çekdaran tu sedem nedan xuyakirin.
Tê zanîn ku Hisên Mehmê xelkê gundê Til Kermê yê biser bajarê Dirbêsiyê ye.
Lana Mihemed
9:10:10 AM
