Rojava News : Topxaneya Artêşa Tirkiyê berdewam e bi armanckirina gundên Efrînê.
Li gor agahiyan, Artêşa Tirkiyê duh piştî nîvro careke din gundên Efrînê armanc kirin, ku ji xala sînorî ya Qertqiwê 4 top avête gundê Êkmedaşê ya navçeya Şera. Lê encamên wê topbaranê nehatin zanîn.
Herwiha li navçeya Şiyê, Artêşa Tirkiyê li dirêjahiya 3 k.m û panahiya 50 ta 300 mitrî, derbasî nava xaka navçeya Şiyê ya Efrînê bûne û bi bildozeran darên zeytûnan hildikin û dîwarekî ava dikin.
11:47:26 AM
