Girê Spî .. Cendirmeyên Tirkiyê welatiyek li ser sînor kuştin

Girê Spî .. Cendirmeyên Tirkiyê welatiyek li ser sînor kuştin

Rojava News: Cendirmeyên Tirkiyê yên sînorî, welatiyêk  li ser sînor dinavbera bakur û rojavayê Kurdistanê de ji aliyê Girê Spî, kuştin.

Duh bi şev di dema ku welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl El-Ibrahîm hewil dide ku derbasî bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê cendirmeyan ve, hat gulebarankirin.

Termê Îbrahîm hate rakirin bo nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Girê Spî.

Îbrahîm Xelîl El-Ibrahîm  ji pêkhatiye Ereb bû, bixwe xelkê  bajarê Reqqa bû û derbederî bajarê Girê Spî bibû.

11:59:30 AM