Rojava News: Rêxistina teroristî DAIşê gundek li başûrê rojavayê Kobanî topbaran kir, û di encam de kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyan, duh roja înê , DAIşê ji pêgehên xwe yên li ser çemê Firatê top avêtin gundê Qobê yê ku 33 km dikeve başûrê rojavayê Kobanî.
Di encama wê topabanê de zarokekî ji ber giranbûna birînî wî jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên din jî birîndar bûn.
1:23:11 PM
