Efrînê.. Çekdarên PYDê dest bi helmeteke girtinê kirin

Efrînê.. Çekdarên PYDê dest bi helmeteke girtinê kirin

Rojava News: Îro li Efrînê, Çekdarên PYDê dest bi helmeteke girtina ciwana bo leşkeriya neçar kirin.

Jêderekî taybet ji Rojava News re eşkere kir ku Îro Çekdarên PYDê dest bi helmeteke dûrpêçkirin û girtina ciwana bi hinceta leşkeriya neçar kirin.

Ew helmet li gelek taxên Efrînê bi taybetî li taxa Kevin hate kirin û gelek xort hatin girtin û birev cihekî nenas hatin birin.

Herweha duh çekdarên PYDê, endamê komîteya navendî ya PDK-Sê Ebdeerehman Apo jî girtin bêyê ku ti sedeman bidin xuya kirin.

4:21:35 PM