Rojava News: Hat zanîn ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê, du balafirgehên leşkerî ava dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Amerîka li bajarên Kobanî û Rimêlanê yên Rojavayê Kurdistanê dest bi avakirina balafirgehên leşkerî kiriye.
Tê gotin ku balafirgeha Rimêlanê li kêleka balafirgeha berê ya Rimêlanê tê çêkirin û bi dehan pispor û endazyar tê de kar dikin.
Li gorî agahiyan, balafirgeha din jî li kêleka gundê Xirabhişkê yê Kobanî tê çêkirin.
Çavdêrên leşkerî dibêjin, ew du balafirgeh ji bo şerê DAIŞê tên çêkirin.
10:34:19
