DAÎŞê bi roketan êrîşî Kilisê kir

DAÎŞê bi roketan êrîşî Kilisê kir

Rojava News: Ji herêma ku di bin qontrola DAÎŞê de ye 8 roket hatin avêtin bi ser Kilisê de. Moşekên pêşî ketine taxa Kazim Karabekir. Li cihê bûyerê jinekê jiyana xwe ji dest da. Zarokekî jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Serokê Şaredariya Kilisê Hasan Kara ji nişteciyên Kilisê xwest ku ji cihên qalabalix dûr bisekinin.

Ji Suriyê ji herêma ku di bin qontrola DAÎŞê de ye 8 roketên qatyuşa hatin avêtin. Roket ketine 4 taxên Kilisê. Roket bûne sebeba tirs û fikarê. Di bûyerê de Sidika Mavzer (54) û Mert Ozkan (4) birîndar bûn. Lê Sidika Mavzer li cihê bûyerê Mert Ozkan jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan.

Parêzgariya Kilisê xwendekar şandin malê û dibistan girtin. Hêzên Ewlekariyê ji navgînên polêsan anons kirin da ku xelk ji malên xwe dernekevin.

Piştî bûyerê di lêkolînên pêşî de fîşekên moşekan hatin dîtin. Hêzên Ewlekariyê li cihê bûyerê tedbîrên berfireh girtin.