Rojava News: Doh 8 adara 2016 rêxistina jinê ya bi ser PDK-Sê li Afrîn û navçeyê bi ser wê ve çalakiyê roja jinê lidarxistin, lê ji aliyêdin ve jî rastî astengiyên PYDê hatin.
Bi boneya 8 adarê jinên Aferînê li navenda bajêr, Bilbilê, şera, Afrin, Çiyayê lêlonê çalakiyê pîrozwahiyan lidarxistin. Di çalakiyande 1 xulekê li ser rihê şehîda rêzgirin, jinê qehremanê Kurdan yê weke Leyla Qasim, leyla zana hatin yadkirin û li gel wê jî bê rêtî û tundûtûjiya li beranber jinê hatê şermazarkirin.
Rêxistina jinê ya bi ser PDK-Sê dema li devera Reco jî xwest hemen çalakiya li darbixê rastî astengiyê Asayişa bi se PYDê hat û cîhê çalakiyê hate dorpeçkirin û derfet nedan da jin roja jinên kedkar yê 8 adarê lidarbixin.
Li Rojavayê Kurdistanê her car bi sedemên cûda cûda çalakiyê ku ji aliyê PDk-Sê û dezgehê wê ve têne li darxistin ji aliyê PYDê ve bi şewayekî ne demoqratikane tê astengkirin.
Şanaz Emin
11:23:35
