Rojava News: Li Almanyayê nêzîkî Banka Navendî ya Yekîtiya Ewropayê û li navenda bajarê Frankfortê li tenişta çemê Meinê, dîwarek bi wêneya Alanê Kurdî tê neqşandin.
Du xortên wênesaz yên Alman, bi navên Justus Becker û Oguz Şen, wêneya Alanê Kurdî yê ku bere ji aliye Nilufer Demir ve hatibû kişandin û damîrê cîhanê êşandi bû li ser dîwarekî bilindiya wî 5 metr û firehiya wî 25 metir çêdikin.
Hat zanîn wêneyê Alanê Kurdî wê ta payîzê li ser dîwar bimînî.
Alanê Kurdî, ew penaxazê Rojavayê Kurdistanê yê ku di deryaya Egeyê de ligel dê û birayekî xwe xeniqîbûn û temê wî û li qeraxê bajarê Bodrumê dirêjkirî, cîhan hejandibû.
Justus Becker ji Stern online re got;: “Min dît ku pêwîst e, ez wê wêneyê li ser dîwar çê bikim, bo dîmenê karesata penaberan li ber çavên xelkê be û deriyên xwe li pêş penaberan negirin.”
Oguz Şen jî ku bixwe Tirk e dibêje: “Gelek xelk di ber wê dîwarî re derbas dibin, bibawer im wêneya Alanê Kurdî bi ber çavên wan dikevin, xemgîn jî dibin ku ew karesata bi wî awayî bûbû.”
Herwiha diyar kir jî, ku ew wêne 40 demjimêre ji kar bir û ji hesabê xwe ew kar encam da.





