Piştî Cizîrê û Sûrê dor giha Geverê!

Piştî Cizîrê û Sûrê dor giha Geverê!

Rojava News: Artêşa Tirkiyê bi top û tankan dora navçeya Geverê ya Colemêrgê gitiye û nîvê xelkê bajêr reviyane!

Ev çend roj in artêşa Tirkiyê amadekariyên operasiyona leşkerî li navçeya Geverê dike. Bi dehan tank, top û otomobîlên zirhî û bi hezaran leşker li nav û derdora Geverê hatine komkirin.

Li gor zanyariyan dewleta Tirkiyê amadekariyên ragihandina qedexeya derketina derve û operasiyona leşkerî li Geverê dike.

Ji ber wê jî xelkê Geverê  ji malên xwe direvin û ji 100 hezar kesî tenê 40-50 hezar kes di nav bajêr de mane.

Xelkê Geverê berê xwe dane Wanê û Çolamergê, û niha şerpeziya wek xelkê Cizîrê û Sûrê jiyandikin.

09:12:43