Yaşar Kaya hate definkirin

Yaşar Kaya hate definkirin

Rojava News: Termê siyasetmedarê Kurd Yaşar Kaya li Hewlêrê hat veşartin.

Doh beriya nîvro, termê Yaşar Kaya, li goristana şehîdan li taxa Kesnezanê ya Hewlêrê hat veşartin.

Di merasîma definkirina Yaşar Kaya de nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, kurê Qazî Mihemed Elî Qazî, malbat, dost û hevalên wî beşdar bûne.

Her wiha piştî veşartina termê Yaşar Kaya dê li mizgefta Celîl Xeyat a Hewlêrê, şîna wî were girtin û dê 2 rojan bidome.

Nojdarê Yaşar Kaya siyasetmedarê Bakûrî bû, û beşek mezin ji jiyana xwe di penaberiyê de derbaskir.

09:57:10