Binçavkirina hemwelatiyên Kurd li Îranê zêde buye!

Binçavkirina hemwelatiyên Kurd li Îranê zêde buye!

Rojava News: Bi binçavkirina 3 hemwelatiyên din ên Kurd, piştî hilbijartinên herdu meclisên Şarezayan û Şêvra Îslamî ya Îranê, serhejmêriya kesên destbiserkirî di Îranê de gehişt 26 kesî.

Li gorî nuçeya ajansa KurpPa parvekiriye; Roja Pêncşemî berwarê 10’ê Adara 2016’an, 3 hemwelatiyên Kurd bi navên “Pûya Husênpenahî”, “Arman Husênpenahî” û “Pûya Moqedem”, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatin binçavkirin û bo ciheke nediyar hatin veguheztin.

Sedema desteserkirina wan 3 hemwelatiyên Kurd nediyar e, û herweha ji hejmara wan 26 kesên binaçavkirî, hêj nasnameya 5 kes ji wan bo Ajansa Kurdpayê nediyarin.

10:25:14