Brahîm Biro: Federasiyon nayê wateya parçekirina Sûriyê!

Brahîm Biro: Federasiyon nayê wateya parçekirina Sûriyê!

Rojava News: Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Brahîm Biro ragihand, federasiyon nayê wateya parçekirina Sûriyê.

Serokê ENKSê Brahîm Biro li ser Televizyona Rudawê di derbarê avakirina sîstemeke federal li Sûriyê got, nûnerê NY yê Sûriyê Staffan de Mîstura, wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê û welatên Ewropî jî dibêjin, divê yan li Sûriyê dewletek federal çêbibe yan jî rêveberiyek wisa were danîn ku desthilat û hêz hemû li navendê kom nebe.

Brahîm Biro diyar kir ku Sûriye li ber parçebûnê ye û di piratîkê de jî parçe bûye lewma civaka navdewletî dema behsa federasiyonê dikin ji bo yekbûna Sûriyê ye.

Serokê ENKSê anî ziman ku ENKS jî di wê baweriyê de ye federalîzm nayê wateya parçekirina Sûriyê û got, eger li Sûriyê federalîzm pêk neyê wê çaxê dê Sûriye parçe bibe û dê rojekê gelên Sûriyê li ser federalîzmê bigrîn!

11:06:47