Rojava News: Li Denîmarka Endamê Partiya Demokrat ya Kurdistan a Sûriyê Mistefa Cuma li bajarê Danishê roja înê semînerek bi beşdariya kesên siyasî û girseye ke mezin yê kurd semînerek li darxist.
Di destpêka semînarê de bi navê PDKSê pêşwazî li hemû kesên beşdarbûne hate kirin, piştre jî bo yadkirina şehîdên Kurd û Kurdistanê xulekeke bêdengî rêz hate girtin.
piştre jî bi tilîlî bû sirûda netewî.
Cuma: Di semînerê de li ser rewşa navnetewî yên siyasî û bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn û bi teybet li ser Kurdistanê û herweha li ser rewşa giştî li Sûriyê, bûyerên di rojevê de û ji ber encamên li ser herêmê bi ferfirehî şîrove kir.
Herweha Endamê Mekteba Siyasî Yê PDKSê birêz Mistefa Cuma şiroveya rewşa li Kurdistanê bi giştî û li Kurdistanê Sûriyê di serî de, û rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di nava Rojavayê Kurdistanê û qada navnetewî de bi ferfirehî vekir.
Di semînerê de bi şewayekî birayane û demoqratîk li ser pirse ku hatine kirin jî bersîvên tetmînkar hatin dayin.
Herweha semînar bi dûrûşmên netewî û tilîyan hate encamkirin.
12:54:34
