Rojava News - Istanbul: li ser daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurdî - Nûnertiya Tirkiyeyê 12mîn salvegera şoreşaya Kurdî ya 2004ê Adarê û hemen deme 6mîn salvegera Şoreşa Sûriyeyê bi kombûneke berfireh yadkir û ji aliye beşdarvanên siyasî jî axaftinên watedar hate kirin.
Di sala 2014a de şoreşa Kurdî ku li Qamişlo destpêkir û pêla wê Derîk, Afrîn û Şam jî pêçand ji aliye Nunertiya ENKSê yê İstnabulê di roja 13-32016a bi beşdariya gelek siyasetmedarê Kurd û Sûrî û hemen deme gelek kesayetiyê Kurd yê li deverê bi merasimeke hate yad kirine û rola şoreşa Kurdî bi berfirehî hate nêrxand.
Di civînê de nûnerên ji opozisyona Sûrî, bi sekreterê nûnertiya Serokê Koalîsyona Neteweyî ya ji bo hêzên şoreşger û opozîsyonê, hin endamên koalîsyonê, nûnerên partiyên kurdî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî amadebûn.
Piştî ku hemû mêvan û beşdarvan ji aliye birêz Elî Xelîl û Shirin Mihemed ve bi pêşgotinekê hatin pêşwazîkirin, bi xulekeke bê dengî rezgirtina şehîdên Kurd û Kurdistanê hate kirin. Bi sirûda Netewî destpêk hate kirin.
Herweha Şehîdê 12 adara 2004a hatin yadkirin û gotinên watedar di derbarê şoreşa Kurdînî hatin kirin, çend dûrûşmên netewî hatin bilinkirin û bi sirûda Netewî destpêk hate kirin.
Nûnerên hemû beşdarvanê civînê bi dorê axaftin li wateya rojê kirin;
1_Di civînê de Nûnerê Encumena niştimanî yê Kurd liTirkiyê Profesor Loqman Yunus bi sedema yadkirina 12mîn salvegera şoreşa Kurd ya 2004a axaftina xwe kir.
2- Axaftina Koalîsyona Neteweyî ya ji bo hêzên şoreşger û serokê koalîsyona dijbereyê El abde kir.
3-Axaftina Hikumeta demkî jî ji alîyê Dr. Ehmed Tohme hate kirin.
4-Axaaftina Tevgera kare niştimani yê Sûriyê Ehmed Remezan kir.
5-Axaftina Rêxistina Asûrî ya Demokrat Kerem Dûlî kir.
6-Axaftina ragihandina Şamê Semîr Neşar kir.
7-Axaftina Yekîtiya Xwendekarên û Ciwanên Demokrat yên Kurdistanê, Mesûd Huro kir.
8-Axaftina jinên Sûrî jî Kifah Murad kir.
Merasîm bi stranên netewî yê hunermend Hisên Ari hate encamkirin.
şanaz emin
13:46:21












