Li nav bajarê Amedê şer û pevçûn û qedexe!

Li nav bajarê Amedê şer û pevçûn û qedexe!

Rojava News: Şer derbasî nav bajarê Amedê jî bû, ji ber wê jî derketina derve li semta Baglarê ya bajêr ji welatiyan re hat qedexekirin.

Şeva borî li semta Baglarê ya Amedê şerekî giran di navbera şervanên YPSê û hêzên ewlehiyê de derket.

Beriya ku şer derkeve, şervanên YPSê rê girtibûn û nedihîştin ti kes û otomobîlek hereket bike. Dema hêzên ewlehiyê mudaxele kirin, şer derket.

Piştî wan bûyeran, qayîmeqamtiya Baglarê derketina derve ji şêniyên taxa Kaynartepe ya Baglarê re qedexe kir û ragihand, li gorî agahiyên wan, şervanên YPSê dixwazin barîkatan deynin, xendeqan bikolin û kuçeyan mîn bikin ji ber wê jî roja 15ê Adarê ji saet 03:00 heta fermanek din, derketina derve ji welatiyên sivîl re tê qedexekirin.

10:37:56