ENKS: Ragehandina herêma Bakurê Sûriyê yê TEV-DEMê bê wateye

ENKS: Ragehandina herêma Bakurê Sûriyê yê TEV-DEMê bê wateye

Rojava News: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ragehand ku, ji ber ku heta niha rejîm li deverê bihêze ti wateya ragehandina herêma Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM nîne.

Derbarê vê mijarê Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Riyad Ehmed ji K24ê re wiha got: "Destpêkê TEV-DEM behsa şoreşa Rojava dikir, piştî wê bi gelê Demokrat bankir, niha jî behsa fedraliya neteweyî dike."

Berî niha  Serkirdeyê TEV-DEM Ebdulselam Ehmed got: "Niha Sûriyê ber bi Herêmêm serbxwe û fedral ve diçe, Herêmêm me ji berê de aramin û hemû pêdiviyên jiyanê tê de hene, em amadene herêma Bakurê Sûriyê rabigîhînin"

Endamê ENKSê Riyad Ehmed da zanîn ku, pêwîste fedralî li ser bingehê cografî were kirin, TEV-DEM kar ji bo vê yekê nekiriye, diyar kir ku, ti wateya ragehandina herêma Bakurê Sûriyê ji aliyê TEV-DEM ve nîne.

Her yek ji ENKSê û TEV-DEM ê li ser sîstema fedralîzmê li Sûriyê nakokin.