Tirbespiyê… Çekdarên PYDê nûçegihanê Yekîtî Mîdiya girtin

Tirbespiyê… Çekdarên PYDê nûçegihanê Yekîtî Mîdiya girtin

2:39:33 PM

RojavaNews: Duh roja Çarşemê çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmokratîk nûçegihanê Yekîtî Mîdiya girtin.

Li gor agahiyên hatine bi destxistin , duh çekdarên PYD êrîşî mala Mesûd Hido li gundê Xezna Mezin a bi ser bajarokê Tirbespiyê ve kirin û ew girtin , bê ku sedma girtina wî diyar bikin.

Tê zanîn  ku çekdarên PYDê berî çend rojan ofîsa Xwecehiya ENKESê li gundê Sîha girtin , herwiha Xortan li hemû bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê digrin.