5:06:15 PM
RojavaNews: Topbaran kirina Taxa Şêxmeqsûd ji aliyê girûpên Islamî yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve berdewame.
Rewangiha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand , ku şeva bûrî taxa Şêxmeqsûd ya li Helebê , ku piraniya neşteçiyên wê Kurdin, ji aliyê girûpên Islamî yên bi ser Opozisyona Sûriyê ve hat topbaran kirin, û ta niha ziyanên wê Topbaranê nehatine zanîn.
Ji aliyê xwe ve Mîdiyaya bi ser rêjîmê ve ragihand , ku di encama Topbaranê de , 12 Welatiyên Taxa Şêxmeqsûd birîndar bûne.
