Rojava News: Rêveberiya Encûmeniya Niştimaniya Kurd li Sûriyê(ENKS), di derbarê federaliyeta Kurdistana rojava û bakûrê Sûriyê de helwesta xwe eşkere kir.
Sekreterê Partiya Yekgirtûyên Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Endamê bûroya peyvendiyên derve yê ENKSê Dr. Kamuran Hacî Ebdo ji BasNewsê re ragehandiye ku: ‘’wek partî û wek ENKSÊ baweriya me bi vê heye ku federaliyet û li gel yêk jiyan li Sûriyê garantiya hebûna Sûriyê ya yekparçeyî ye.’’
Kamuran Hacî Ebdo amaje bi vê kir, di dema damezrandina ENKSê jî daxwaza federaliyetê ji desthilatiya Sûriyê kirine û ragehand: ‘’Ne pêkane carekedin Sûriyê wek berê bimîne û hikûm bike. Federaliyet sîstema herî baş e ji bo Sûriyê.’’
Herwaha diyar kir; Nakokiyên wan li gel PYD ê tişteke dine û baweriya wan bi federaliyetê heye ew jî tişteke din e û diyar kir: ‘’Federaliyet mafê hemwelatiyên rojavayê Kurdistanê hemûyan dikare biparêze.’’
Berî naha jî Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştgiriya Kurdistana başûr ya avakirina herêmekî federal, li rojavayê Kurdistanê ragehandibun.
