Şêxmeqsûd topbaran dikin: 4 mirî, 7 birîndar

Şêxmeqsûd topbaran dikin: 4 mirî, 7 birîndar

Rojava News: Çekdarên bi ser komên terorîstî taxa Şêxmeqsûd dane ber topbaranê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên hatine bi destxistin taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi topên hewanê û cereyên gazê ji aliye komên terorîstî ve topbaran kirin.

Di encama topbarana ku li herêmên sivîl hate kirin de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 7 kesên din birîndar bûn.

Topbarana li ser taxê ta derengiya êvarî jî berdawambuye.

 01:03:34