DAİŞê li Şehbayê komkujî kir!

DAİŞê li Şehbayê komkujî kir!

Rojava news: Terorîstan êriş birin ser gundekî kurdan yê bi ser  Şehbayê û li gorî agahiyan gelek welatiyên kurd qetilkirine.

Komên terorîst li gundê Kefer Zixîr ê girêdayî Şehbayê ku piraniya şêniyên wî kurd in, li ser 30 malbatan de, komkujiyek hovane pêk anîn.

Terorîstên DAIŞê doh di saetê berbangê de, êrişî gundê Kefer Zixîr yê ku dikeve bakurê bajarê Helebê kirin. Gund di bin destê hêzên rejîmê de bû û piştre jê re reviyan û welatî bi komkujiyên çeteyan re rû bi rû hiştin.

Hat zanîn terorîstan li dijî 30 malbatên gund de komkujiyek hovane pêk anîn. Hejmara kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, nehat zanîn.