Rojava News: Li herêma Kurdistan li Kempa Daraşikran ya penaberê Rojava Newroza 2016an bi şahiyeke mezin, bi amadekariyan gelek grubên hûnerî û beşdariya hemû nişteciyên kempê hatê pîrozkirin.
Cejna netewî ya gelê Kurd Newroz li tevahî bajar, navçe û herêmên Herema Kurdistanê bi aheng û mîhrîcanên cûda û rengîn tê pîroz kirin.
Bi alikariya Encumena Kempa Daraşikran gelek grubên folklora Kurdî, dengbêj û şanoyan Newroza 2016an bi çoşeke mezin hate pîrozkirin.
Gruba Zembilfroş di şahiya Newrozê de folklora kurdî ya zarok û ciwana peşkeş kir, li gel wê ji aliye heman grubê ve panoramayeke şanoyî ku jiyana penabera ji xwere kiriye mijar pêşkeşkir.
Di hemen şahiyê de ji grubê kempê gelek kare hunerî jî hate pêşkeşkirin.
