Rojava News: Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de kiryarên têroristî li Buroksilê şermezar kirin û tekez kir ku Kurdistan baş têdighê jiber ew di hêla pêşî ya şer de ye û gelek ji destê têrorîstan dîtiye, lema hewldanê rijd li ser asta cîhanê pêwîstin jibo jinavbirina têrorê.
Di daxuyaniyê de got; Em gelek bi tundî vê kirdara diltezîn şermezar dikin ku bextewerî û jiyana xelkê kiriye armanc. Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê ligel û Hikûmeta Belçîka û kesukarên qurbaniyan dikîn û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.
Hemen daxuyaniyê de hatiye ku; Gelê Kurdistanê bi xwe ku li hêla yekema şerê terorîstan daye gelek bi başî ji hereşe û asewar û dirindayetiya terorê têdigihe û xwe bi hevxemê gelê Belçîka dizanê.
