4:36:34 PM
RojavaNews: Îro roja Çarşemê 23 . 3 . 2016 çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmokratîk nûçegihanê Yekîtî Mîdiya serbest berdan.
Li gor agahiyên hatine bi destxistin , Îro çekdarên PYD Mesûd Hemdî yê ji gundê Xezna Mezin a bi ser bajarokê Tirbespiyê serbest berdan.
Tê zanîn çekdarên PYD di 16. 3. 2016 êrîşî mala Mesûd Hemdî kiribûn û girtibûn bê ku sedma girtina wî diyar bikin.
