Rojava News: ENKSê bi helkevte cejna Newrozê merasîmek taybet li ofîsa xwe ya li Jenêvê lidar xist û tê de çendîn dîplomat, nûnerên şanda Dijbereya Sûriyê û nûnerên 6 welatên bihzê ên cîhanê ku di gotûbêjên Jenêvê de beşdar in, amade bûn.
Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), li ofîsa xwe ya li bajarê Jenêvê, merasîma pîrozkirina Newrozê ji bo nûnerên welatên cîhanê yên beşdar di danûstandinên Jenêvê de û herwiha nûnerên şanda Dijbereya Sûriyê û dîplomatan re lidar xist.
Di wê merasîma ENKSê de, nûnerên welatên di danûstandinên Cinêvê de jî beşdar bûn.
Endamê Desteya Bilind a Dijbereya Sûriyê li Jenêvê, Hekîm Beşar di wê merasîmê de bi axavtinekê axivî û jibilî bi xêrhatina mêvanan bal kişande ser wê cejna netewî ya gelê Kurd.
Di nava mêvanan de, nûnerê Brîtanya, Fransa, Îtalya, Danmark, Amerîka, Rûsya û nûnerên taybet ên gelek welatên din û hejmarek ji dîplomat û rojnamevanan û rayedarên Dijbereya Sûriyê amade bûn.
ENKSê di wê merasîmê de xwarin û muzîka kurdî jî ji mêvanên xwe re pêşkêş kir.
ENKSê di 27ê Sibat a 2016ê de bi awayeke fermî ofîsa xwe li bajarê Jenêvê yê Swîsê vekir.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro pêştir di merasîma vekirina ofîsê de ragihandibû, ku armanca wan ji vekirina vê ofîsê, pêşxistina karên diplomatîk, avakirin û bihêzkirina pêwendiyên li gel welatên Ewropayê ne.
