Cendirmeyên Tirk jineke Kurd gulebaran kirin

Cendirmeyên Tirk jineke Kurd gulebaran kirin

8:32:31

RojavaNews: Duh roja Çarşemê Jinek Kurd ji bajarê Qamişl, bi guleyên cendirmeyên Tirk birîndar bû, dema ku ew nêzîkî sînor bû.

Li gor agahiyan  duh cendirmeyên Tirk devera sînor li aliyê taxa Hilêliyê, gule baran kirin û jina Kurd a bi navê Rojhat Ibrahîm 32 sal)birîndar bû.

Tê zanîn ev demek Cendirmeyên Tirkiyê  welatiyên ku sînor derbas dikin wan gulebaran dikin.